
“Rojnameya Îran” bas ji daxistina “Websayta “Rojnameya Îran” ji aliyê Wezareta Xezanedarî ya Amerîkayê ve dike.
Roja Şemî, 25`ê Nîsanê, “Rojnama Îran” li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê tevî bas kirin ji daxistina “Websayta Rojnameya Îran” nivîsiye: “Malpera fermî a “Rojnameya Îran”, ji aliyê ofisa çavdêrî ya darayiyên derve a Wezareta Xezanedarî ya Amerîka
“OFAC”ê ve hatiye zewt û daxistin”.
Herwisa di wê “Twitt”ê de hatiye nivîsîn ku: “Di beşa xwediyê “Websayta Rojnameya Îran” ku di heftiya derbasbûyî de hatibû daxistinê, navê “OFAC Holding” hatiye tomarkirin.
Rojnameya Îranê gotiye: “Bi dûketina me ji rêya yasayî ve bona daxistin û zewtkirina “Websayta Rojnameya Îran” berdewam e”.
Berê jî Nûçegihaniya “Fars News.com” a Nûçegihaniya “Fars” ya girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst, bi fermana Wezareta Xezanedarî ya Amerêkayê hatibû daxistin.
Di “Email”ekê de ku ji aliyê para xizmetkarî a Navnetewî ya websayta Rojnameya Fars ve, bo Nûçegihaniya “Fars” hatiye şandin, bi rohnî hegera wê daxistinê, bi “biryara kar ya hatî dan a ji aliyê Ofisa çavdêrî ya Darayiya Derve a Wezareta Xezanedarî ya Amerîkayê ve, wate “OFAC”ê û xistina wê Nûçegihaniyê di nav listeya “SDN” da daye zanîn.