Wefdekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi serperestiya Lêpirsiyarê giştî yê PDKÎ, serdana Wezareta Derve a Biljîkê û parlimana Fedral a wî welatî kir.
Roja Çarşemî 19`ê Pûşperê, li Çarçêweya kar û çalakiyên taybet bi bîranîna 30 saliya “terorkiirna Dr. Qasimlo û hevalên wî”, weftekî HDKÎ, bi serperestiya Lêpirsiyarê giştî yê Hizba Demokrat, serdana Wezareta Derve a Biljîkê û parlemana Fedral a wî welatî kir.
Sibêdeya roja Çarşemî, wefda Hizba Demopkrat, destpêkê bo dîdar digel berpirsê karûbarê Îranê di Wezareta Derve ya Biljîkê de, serdana Wezareta Derva ya wî welatî kir û digel navbirî mijarek hewce bo biranîna 30 saliya terorkirina rêberê Kurd Dr. Qasimlo û hevalê wî kir, û di heman demê de bas ji mijarekî hewce li ser Rojhilata Kurdistanê kir.
Di wê dîdarê de, Lêpirsiyarê giştî ê Hizba Demokrat, bi hûrî li ser rewş û siyasetên komara Îslamî kir û piştre siyaset û nêrînên Hizba Demokrat bi hûrî anîne ber bas.
Piştînîvro ya wê rojê, wefda Hizba Demokrat, bi serperestiya Lêpirsiyarê giştî, serdana parlemana Fîdral a Biljîk kirin. Di wê serdanê de jî basa doza Kurd, bîranîna 30`emîn sala şehîdên Viyen û siyaset û dîdgeha hizba Demokrat, hate kirin.
Di wê Çarçêweyê de, endamekî parlemana Fîdral a Beljîkê “Tîm Wandênpût”, bi serperestiya wî civîn kirin. Destpêka civînê, Lêpirsiyarê giştî ê Hizba Demokrat, mijara xwe pêşkêşkir û piştre bi pirsiyar û bersiv civîn dawî pê hat.