Piştî 2 dehkan ji hizûr û bûna hêza leşkeriye Alman di Efxanistanê de, Wezîra berewaniya wî welatî ragihand ku dê hemî hêza xwe ya leşkerî ji Efxanistanê vekişîne.
Roja 29ê Hezîranê, Kiramp Karênbawr, Wezîra berewaniya Alman ragihand ku hemî hêza me ya leşkerî dê Efxanistanê bicî bihêle
Di raporekî Roytêrsê de hatiye ku hizûra 2 dehkeye hêza leşkeriye Alman di Efxanistanê de, piştî şerê duyem yê cîhanî, bo Alman pir xisartirîn me`imûriyeta Artêşa wî welatî bûye.
Di heyamê hizûra hêza leşkeriye Alman di Efxanistanê de, aliyê kêm 59 serbazên wî welatî hatine kuştin.
Kiramp Karênbawr ragihan ku şîew dawî serbazên me dê ji Efxanistanê derkevin û dawî bi me`imûriyeta xwe ya 20 sale tînin.
Pêşda jî Serkomarê Amerîka Jieo baydên û hevpeymaniya Nato yê ragihandibûn ku, heta 11ê Sêptambrê 20emîn salvegera êrîşa bo ser Bircên Ticariye Niyoyorkê, 10 hezar hêzên leşkeriye welatan ku di nava Efxanistanê de ne, dê dawiyê bi me`mûriyeta xwe bînin û dê ji wî welatî derkevin.
Hêzên leşeriye wan welatan di demekê de Efxanistanê bi cî dihêlin ku Taliban bi armanca ji nû ve bi destve girtina wî welatî êrîşên xwe destpê kirin û tenê di heyamê hefteyekê de kariye %80 Efxanistanê bigre.