
Roja Sêşemî, 3ê Çirriya Paşîn, Behrênê ragihand ku 51 endamên girûpeke terorîstî ku ji aliyê Spaha Pasdaran ve alîkariya çek û malî bi wan re hatiye kirinê, hatine cezadan û cezaya wan kesan ji 5 salan heta hepsa heta hetayî ye û herwisa ragihandiye ku 27 kes ji wan terorîstan li derveyê welatê behrênê dene.
Pêka daxuyaniyên Behrênê, wê girûpa terorîstî armanca êrîş li ser damezraveyên aborî û hestiyar, binkeyên ewlehiyê, sitad a Fermandehiya Wezareta navxwe û hêzên berevanî yên Behrênê bûye.
Welatê Behrên ku giraveke li kendavê deye navenda navgan a 5im ya hêzên Deryavaniya Amerîkayê têdaye.
Welatê Behrênê, digel Îsraîlê pêwendiyên xwe li demsala havîna Îsal de asayî kiribû ku kerb û kîna rejîma Îranê li pey xwe ve anîbû.
Rejîma Îranê bi şandina çek û alîkariyen malî yên bê sînor bo girûpên terorîstî cehdê dike ku ewlehî û aramiya devrê aloz bike û bi awayekî di karobarên hundirî yên wan welatan de tedaxulê bike.