Torên ewlehî û îtla`ata Danmarkê bi belavkirina daxûyaniyekê 3 welatên Çîn, Rûsiye û Îran sûçdar kirin ku di nava Danmarkê de sîxûriyê dikin.
Gorî rapora Roytêrzê ko roja Pêncşemiyê ji ziman berpirsên ewlehiya Danmarkê weşandiye, torên îtla`atiye welatên bîhanî û ji wan, Çîn, Rûsiye û Îran, li cehda hindê dane ku peywendiyê digel Xwendikar û deshilatdaran û şirketan çêbikin daku zaniyariyên zanistî û lêkolînên ewlehiye Danmarkê, dest xwe bêxin.
Di wê raporêde haydarî hatiye danê ku gefa sîxuriyê ji aliyê hinek welatan di nava Danmarkê de zêde bûye û bi taybet li nawça cemsera bakûr ku welatên bihêze cîhanê livê re hatin û çuyînê dikin.
Ewa cara yekemîne ku di raporekî wiha de basê sîxuriya rejîma Îranê tête kirin ku li cehda bidestve anîna zaniyariyan li ser zanista welatê Danmarkê de ye.
Di daxûyaniya dezgeha ewlehî û îtla`atiya Danmarkê debasê hindê hatiye kirin ku divê Danmark wan gefên sîxurî li serxwe wê de bibe û bi taybetî basê metirsiya sîxuriya rejîma Îranê hatiye kirin ku karê Îranê berdewam sîxuriye di nava welatan de.