
Kurdistanmedia: Hevdem digel gazîkirina balyozê Komara Îslamî ji “Copenhagen” a, “Denmark”ê, dewleta “Denmark”ê balyozê xwe jî li Tehranê, bi sebeba hewlên terorîstî yên komara Îslamî di wî welatî de vexwand.
Paş vê ku berpirsên ewlekariyê yên “Denmark”ê ragehandin ku, Komara Îslamî li pey encamdana kiryarên terorîstî di wî welatî de bûye, “Anders Samuelsen” Wezîrê Karê Derve yê “Denmark”ê ragehand ku, tevî gazîkirina balyozê Îranê, wan balyozê xwe jî ji Tehranê vexwandiye.
“Anders Samuelsen” gotiye ku: Komara Îslamî li pey encamdana kiryarên terorîstî bûye di nav axa “Danmark”ê de, û li gorî gotina navbirî dezgehên teroîstî yên Komara Îslamî xwastine da ku êrîşê bikne ser berpirsekî Tevgera Ereb a Azadîxwaz a El-Ehwazê ku, di wî welatî de jiyanê dike .
Herwisa li ser rûpela “twitter” a xwe jî nivîsiye ku, “ew kiryara Îranê nayê qebûlkirin, û welatê “Denmark”ê bersivek guncav li hemberî Îranê de wê hebe, û her di vê derheqê de digel welatên din jî wê gotûbêjan encam bide.
Ew helwêsta welatê “Denmark”ê, digel piştevaniya Amerîkayê rûbirû bûye. “Mike Pompeo” di peyameke “twitter”î de ragehandiye ku: “Em destxweşiyê li dewleta “Denmark”ê dikin, ji ber helwêstgirtina bivêrane, û heriwsa gotiye jî; “Ew nêzkî 40 salan e ku Ewropa bûye armanca pîlanên terorîstî yên Îranê, û berdewam daxwaza me ji hevalbendan ew bûye ku, hekî bo parastina ewlehî û aramiya cîhanê jî bibe, li hemberî Îranê de bisekinin.
Ewa cara çendê ye ku, komara Îslamî di nav axa Ewropayê de, hewlên encamdana kiryarên terorîstî yên bi wî rengî dide, ku kiryarên herî berçav terora “Vienna” û “Mykonos” bûn, ku mixabin her du ji wan serkevtî bûn, û tê de du rêberên mezin yên gelê Kurd hatine şehîdkirin.