Piştî derbasbûna salekê li ser asayîbûna peywendiyên di navbera Behrêyn û Îmaratê de, dewleta Îsra`îlê weke yekemîn welatê herêmê girêbesta leşkerî digel Behrêynê îmize kir.
Gantês gotiye: piştî derbazbûna salekê li ser peymana Îbrahîm de, me girêbesta girîng a leşkerî îmize kiriye ku, ewlehiya herdu welatan bihêz dike.
Ev girêbesta piştî vê hatiye îmize kirin ku, di destpêka sala zayîn heta niha Husyên Yemenê bo çendîn caran Îmarat kirine armanc.
Piştî vê ku welatê Behrêynê peywendiyên xwe digel welatê Îsra`îlê asayî kirin, rejîma Îranê jî gef ji Behrêynê xwarin û raghiand, Behrêyn dê tawana vê girêbestê bide.
Herwisa ev girêbesta bona kontrolkirin û berxwedanîkirin lihemberî rejîma Îranê di herêmê de pêk hatiye.
Rejîma Îranê li rêya girûpên terorîstî ên xwe yên li welatên herêmê êrîşî li ser welatên din dike û bitaybet li ser rûyê behrê alozî û nearamiyê bo gemiyên barhilgir pêk tîne.
Herwisa bona parastania gemiyên barhilgir Navgana Pênç a Hêzên Deryayî ya Amerîkayê li Kendavê cihigîr bûye.
Herwisa welatê Îsra`îlê di hewlê de ye da ku, peywendiyên xwe digel welatên weke Erebistan û Îraqê jî asayî bike û li dijî nifûzkirina rejîma Îranê di herêmê de kar û çalakiyên xwe birêve bibe.