Welatê Kanadayê îznê nade ku hilbijartina Serkomariya rejîma Îranê, bo Îraniyên di wî welatî de bi rê ve biçe, û ragihandiye ku îznê nade rejîma Îran sindoqên dengdanê di Kanadayê de dabinê.
Berdevkê Sitada Hilbijartina Îranê, tevî piştrastkirina wê helwêsta Kanadayê, bertek jî nîşan da.
Seyîd Îsmaîl Mûsewî, Berdevkê Sitada Hilbijartina rejîma Îranê bi berteknîşandan li hember wê biryara Kanadayê got: “Ew biryara Kanadayê ku nahêle Îraniyên akincî yên Kanadayê li hilbijartina Serkomariya Îranê de beşdar bin, bi dijî mafê navnetewî ye”.
Wî deshilatdarê rejîma Îranê ragihand: “Em di fikra hindê de ne ku bajarekî ser sînorî yê Amerîkayê diyarî bikin ku Îraniyên Kanadayê bikarin biçine vir û dengê xwe bidin.