
Welatê “Slovênî”yê, “Hizbullah” a “Lubnan”ê wekî terorîst binav kir û Amerîkayê ew karê Slovêniyê bi hêja daye zanîn.
Welatê “Slovenî”, “Hizbullah” a “Lubnan”ê wekî rêkxiraveke terorîstî binav kir û di wê derheqê de, Wezîrê Derve yê “Amerîka”yê “Mike Pompeo”, li roja Înê, 4ê Kanûna Pêşîn, ji biryara bi terorîst nasîna Hizbullah a Lubnabê ji aliyê Sloveniyê ve, bi karekî hêja zanî û pêzanîna welatê Amerîkayê da xuya.
Herwisa çend rojan berî niha welatên “Lêtonî” û “Stonî”yê jî “Hizbullah” a “Lubnan”ê wekî rêkxiraveke terorîstî nas kiribûn.
Mikê Pompeo bi terorîst nasîna Hizbullahê wekî pêngavek ber bi pêş ve, bona rêgirî ji çalakiyên xirab yên Hizbullahê li Ewrûpayê daye xuya û karekî bi şan zanî.
“Donald Trump” li despêka karê xwe li Serkomariya Amerîkayê, hewl da ku civaka navnetewî hay bide ku çalakiyên wê girûpa girêdayê rejîma Îranê berçav bigrin û ji kiryarên terorîstî yê wê girûpê rêgirî bikin.