Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatên cîran jî dermanên Îranê paşte dizivirînin

13:05 - 16 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Welatên cîranên Îranê dermanên wî rejîmê erê nakin û paşte dizivirînin.

 serokê federasyona aborî û saxlemiyê Dr. Mehmûd Necefî digel çend berpirsên din yên Pîşeya dermançêkiirnê got: Dermanên ku me bo welatên cîran henarde kiribûn dîsan bi ser me de vegerandine, ev yek ne bi sedema jêhatînebûna dermanane belkû bi sedema baykutên aborî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê ne.

Wî berpirsê rejîmê got niha %97 ji madeyên dermançêkirinê li hûndrê welat berhem dibin, tenê astengiya ku berahîka me girtiye, nebûna hin amûrên derman çêkirinêne û ev jî bi sedema baykutane, lê, ev axavtinên wî berpirsî di demekê de ye ku, pirraniya caran welatî bo bidestveanîna dermanên hewce bi rojan lipey van digerin yan jî neçar dibin li welatên derve bikirin.

Ev rewaş han di demekê de hatiye gorê ku, berpirsên rejîmê di pirranyia gotûbêjên xwe de, derheq bêbandorbûna baykutên aborî yên Amerîkayê diaxvitin, lê, niha bi zelalî îtiraf bi bandordarbûna baykutan dikin.

 Giraniya givaşên baykutên aborî yên Amerîkayê, bi qasî ne ku,  hemû destpîsî û jênehatîbûna berpirsên rejîmê eşkere kirine û rojane berpirsên rejîmê di civîn û gotûbêjên xwe de yekitir rexne dikin û bas ji jênehatîbûna birêverên dewletê dikin, bû mînak, pêşnimêjê bajarê Qomê di xutba roja Înê ya vî bajarî de bi eşkere bas ji jênehatîbûna berpirsên rejîmê kir û got, hemû arîşeyên ku niha pirsya welat girtine bi sedema jênehatîbûna berpirsane.