Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatên cîran yên Îranê sînorên xwe yên fermî digel Îranê daxistin

11:31 - 24 Şibat 2020

Piştî berbelavbûna vîrûsa Korona di Îranê de û qurbanîbûna 12 kesan, welatên cîran digel Îranê sînorên xwe yên fermî daxistin û firîna balafiran bo çend welatan jî hatiye ragirtin.

Welatên Tirkiye, Gurcistan, Îraq û Kuwêt, firîna balafiran ji Îranê ve ragirtine, lê malpera “Flayt Radar 24” (Flightradar24) daye nîşandan ku firîna balafirên ji Tehran bo Pêken û berevajî ji Pêken bo Tehranê yên kompaniya “Mahan” a Îranê her berdewam e.

Wezîrê Tendirust yê Tirkiyê, Fexredîn Koca, baskiriye ku hemû rê û xeta asinî ji bo Îranê hatin daxistin û firîna balafiran jî hatiye ragirtin.

Herwisa, welatê Tirkemenistanê, îznê nade ku ti maşînekî barhilgir ji Îranê ve here hundirê axa wî welatî û bi tenê bi maşînên barhilgir yên Tirkemenistanê re îznê dide.

Herwisa bas ji daxistina xala sînorî ya “Teftan” di navbera Îran û Pakistanê de hatiye kirin, û berpirsên Pakistanê bas dikin ku bi hegera bergirî ji belavbûna vîrûsa Koronayê ew sînor daxistine.

Welatê Efxanistanê jî, sînorên xwe yên erdî digel Îranê daxistine.

Herwisa Serokwezîrê Gurcistanê, “Nîkol Paşîniyan” baskiriye ku sînorên welatê xwe digel Îranê bo heyama 2 hefteyan dadixe û firîna balafiran bo Îranê ragirtiye.

Herwisa Balyozê Azerbaycanê jî gotiye ku ji dana Vize bo xelkê Îranê xwe diparêzin.