Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatên Erebî û Amerîkayî derheq teqîna neftkêşan bertek nîşan dan

12:32 - 13 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê nefta Erebistanê dazanîn ku, 2 neftkêşên Erebistanê jî rastî kiryarên terorîstî hatine.

Roja Yekşemî 22`ê Banemera 1398`an, Wezareta Derve ya Îmaratê da xuyakirin ku, 4 gemiyên bazirganî li nêzîkî berlêvên avê ya “El-Fecîre” di nav avên navneteweyî yên Deryaya Omanê, rastî kiryarên terorîstî hatine.

Her di vê derheqê de jî, Wezîrê nefta Erebistanê “Xalid Felah” di daxuyaniyekî de dazanîn ku, 2 neftkêşên Erebîstanê li devera taybet ya Îmarata Erebî, rastî kiryarên terorîstî hatine û ew kiryarên terorîstî li nêzîkî berlêvên bendera Fecîre di demekê de rûydawe ku, ew neftkêşene ber bi kendavê diçûn.

Li gorî nûçeyên Nûçegihanên alîgirên rejîma Îran, û nîqaşên berpirsên wê rejîmê wê yekê nîşandidin ku, ew kiriyara terorîstî ji aliyê girûpên terorîstî yên girêdayî rejîma Îranê hatiye encam dan.

Her di vê derheqê de, kanala Nûçegihaniya “El-Meyadîn” a girêdayî Hizbullaha Lubnanê jî, yekem Nûçegihanî bû ku ew êrîşa terorîstî ragihand.

 Her dê vê pêwendiyê de jî, “Adam Ereli” gotûbêjê berê yê Wezareta Derve yê Amerîkayê di gotûbêjekî digel kanala “Skynews” got, Amerîka wê kiryarê terorîstî li dijî xwe dizane û dibe çalakiyek li dijî rejîma Îranê bê encam dan, çimkû ew êrîşa tewahiya taybetmendiyên rejîma Îrana terorîst jixwe digire, û çimkî rejîma Îranê berê jî êrîşên wiha encamp dane.