
Kurdistanmedia: Sê welatên Ewropayî bi tawanbarkirina rejîma Îranê bo binpêkirina biryarnameya Şêvira Ewlehiy a Saziya Navneteweyî, daxwaza rapora giştî li vê saziyê kirine.
Li gorî raporên belavbûyî, sê welatên Ewropaiy yên bi navên “Britaina, France û Almanya” roja Sêşemî 13`ê Xakelêweya 1398`an(2 ê Nîsana 2019`an), di nameyekê de, bo “António Guterres” berpirsê Saziya “NY” pêdagirî kirine ku, rejîma Îranê bo avêtina mûşekên balistîk yên dûrhavêj çalakiyên xwe zêde kirine, û ew kiryarên rejîma Îranê, li dijî biryarnameya Şêvira Ewlehiyê ye.
Herwisa van 3`ê welatên Ewropî, daxwaz li “António Guterres” kirine da ku, di rapora xwe de, zaniyariyên giştî li ser bernameyên mûşekî yên rejîma Îranê bi dest bixîne, û ew rapora Hezîrana îsal wê bê belavkirin.
Ew 3`ê welatên Ewropî yek ji wan welatanin ku, lehevkirinnameyek derheq mûşekên navkî, li gel rejîma Îranê vajo kirine.
Her di vê derheqê de jî, roja 19`ê Adara 2019`an, “Îlîm Poblît” alîkara Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, di konferanseke rojnamevanî ya Saziya Navneteweyî ya li bajarê “Genev a Sweden” de got, bernameyên mûşekî yên Îranê, metirsîdarin li ser ewlehiya deverê, û herwisa metirsiyeke rikeberiya çekdarî ye.
Herwisa “Îlîm Poblît” got, rejîma Îranê, bi awayekî eşkere piştevaniya girûpên terorîstî yên wekî, Husiyên Yemen û Hizbulaha Lubnanê dike, û em wan kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê, bi tundî şermezar dikin, û Îran dibe bilez dev ji kiryarên pêwendîdar bi mûşekên balistîk ku şiyana hilgirtina kilavên navkî hene, bidawî bîne.