
Kurdistanmedia: Serbarê rêkevtina şandeya Amerîka di gel Tirkiyê û ragihandina Agirbesê, Erdoxan dibêje heta em negehin armanca xwe, em ji Bakura Suriyê nawekişin.
Serkomarê Firansê li runiştina xwe ya di gel Seroka Alman û Serokwezîrê Birîtaniya de, got: Erdoxan berpirsê careke dinê serîhildan û peyda bûna Da`îşê ye.
Mekron Serkomarê Firansê got hekî çi Erdoxan bi navê şerê terorê êrişî ser Kurdan diket, lê Kurd terorîst nînin û hewalbendê me bûne li şerê bi dijî terorê de û ew şer dikin bo Azadiyê .
Mekron li ser vê bavirêye ku ewa li Suriyê diqevime, hemi li encama şaşiya mezine Ereban û Natoyê ye.
Mekron daxaz ji Mêrkêl û Canson kir ku bila li fikra dîtina Erdoxan de bin bona berahîk girtina ji karê wî ên dînane li Suriyê de.
Mekron, hikumetên Îran û Rusiye û Hikumeta Bişar, serkeftiyê şerê Suriyê dizane ku hemi wedigere bo ser wekişandina hêzên Amerîka bi biryara Tiramp û êrişa Tirkiyê bo ser Kurdan.