Kurdistanmedia: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê bi tohmeta “bêrêzîkirin bi Qasim Silêmanî yê terorîst” ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate binçavkirin.
Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di heyama çend roj beriya niha de, welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê, ê bi navê “Şehram Kazimî”, bi tohmeta “bêrêzîkirin bi Qasim Silêmanî yê terorîst”, ji aliyê hêzên Îtila`ata rejîma Îranê ve hate binçavkirin.
Pêka çavkaniyek agehdar ku ji malpera “kurdistanmedia”yê re daye zanîn: “Hêzên Îtila`atê ew welatiye bi tohmeta gotina sitranek wekî henekkirin bi Qasim Silêmanî yê terorîst, binçav kirine.
Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku, ew welatiyê Kurd niha di girtîgeha Îtila`at a bajarê Urmiyê di jêr lêkolînê de ye.
Heya belavbûna wê nûçeyê ti zaniyariyek zêde li derheq sepandina ceza bi ser wî welatiyê Kurd de ji ber dest nîne.