
Welatiyekî bajarê “Banê” yê bi navê “Yûsif Fetahzade” bi sedema teqeya rasterast a hêzên Îtlaata rejîmê vê hate kuştin.
Şewa Yekşemî li ser Duşemî 28ê Befranbarê, welatiyekî bajarê “Banê”, yê binavê “Yûsif Fetahzade” kurê “Mehmud û Eşret” ji dayîkbûyê sala 1362ê Rojî li sêrêya “Boyê” kete ber teqeya rasteras a hêzên ser bi Îtlaatê û canê xwe ji dest da.
Malbata “Yûsif Fetahzade” di vê derheqê de ragihandine ku kurê wan hevdem digel sê kesên din şevê di gundê “Xûrî ava” yê ser bi wê deverê mêvan bûne û di dema zivirînê de li sêrêya “Boyên” ji aliyê Îtilaata wê deverê bi bê agehdar kirina berê kirine teqe ji wan kirin û di desdirêjiya yekem de “Yûsif”canê xwe ji dest did.
“Yûsif Fetahzade”xelkê bajarê Baneyê û xîzandare û bavê du zarokane.
Birayê “Yûsif Fetahzade” yê bi navê “Behmen Fetahzade” di refa Pêşmergên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê deye û çeka Pêşmergayetiyê kiriye milê xwe û erka netewî û nîştimaniya xwe bi rêvedibe.