Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wênegirekî Kurd li Amerîkayê serkevtin bi dest anî

17:45 - 26 Kanûna Paşîn 2021

“Salar Erkan” wênegirê Kurd ê xelkê bajarê Sineyê li şêweya “Fayn Art” li pêşangeha “EOD 2021” li bajarê “Filorîda” yê welatê Amerîkayê bi dest anî.

Pêşangeha “EOD 2021” di Amerîkayê de li destpêka meha Befranbarê li bajarê “Filorîda” heta despêka sala 1400`an bo heyama 72 rojan wêneyên wênegiran bi awayên cuda di parka “Sarasuta” a “Filorîda” de vekiriye û salane zêdetir ji 300 hezar xwaziyar hene.

“Salar Erkan” tekezî kiriye ku mebesta wî li wê kêbirkeyê eva ye ku xelkê cîhanê nirxa cudahiyan bizanin û ji qazancên wan agehdar bin.

“Salar Erkan” sala 1376 li bajarê Sineyê ji dayîk bûye û heyama 5 salan e bi awayekî pirofîşnalî karê wênegiriyê dike û heya niha çendîn pêşangeh li asta navxweyî û derveyî bi rê ve biriye.