
Wêneya “Qasim Silêmanî” yê terorîst ku ji aliyê dezgehên propangendeyên rejîmê ve li hemû bajarên Rojhilatê kurdistanê danîne ber çavên xelkê, li bajarê Sineyê endamên PDKÎ ew wêne reşkirin
Endamên PDKÎ wêneya Qasim Silêmanî li dibistana keçan a “Bêiset” li taxa “Feyzawa” ya bajarê Sineyê reş kirin.
Piştî kuştina pasdarê terorîst “Qasim Silêmanî” ji aliyê balafirên bê firokevan yên Amerîkayê li Îraqê, rejîma Îranê bi pereyek zêde û bi rêya dezgehên propagendeya xwe hewl daye ku ji wî terorîstî, kesatiyek qehreman û hogirê xelkê çê bike.
Di wan çend rojên derbasbûyî de xelk li bajarên Kurdistan û Îranê bi dirandina wêneyên “Qasim Silêmanî” yê terorîst li şeqaman, bêzariya xwe ji wî terorîstê gemar nîşan dane.