Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wêneyên esmanî ên teqîna enbara Mûşekên Spaha Pasdaran belav bûn

10:57 - 1 Çirriya pêşîn 2021

Damezraveya “Image Set Intel” wêneyên enbareke veşartî ya mûşekên Spaha Pasdaran belav kirine ku dide xuya beşeke wê enbarê li roja Duşemî ya vê heftiyê teqiya ye.

Kompaniya “Image Set Intel”  wêneyên esmanî yên binkeya mûşekîya “Himmet” a Spaha Pasdaran belav kirine ku di roja Duşemî ya vê heftiyê de teqîneke bi hêz li wê enbarê de qewimî bû û çend endamên spaha Pasdaran hatibvûne kuştin û birîndarkirin.  

Spaha Pasdaran li roja Dûşemî 27ê Îlonê de gotibû ku bi sedema agirpêketinê li enbareke lêkolînê de li rojavayê Tehranê çend kes birîndar bûne ku 2 endamên Spahê li wê bûyerê de hatine kuştin.

Pêka gotina Spaha Pasdaran, ew bûyer li enbareke lêkolîn ya saziya“Xudkefayiya Spah” a “Himmet” de qewimiye.

Spaha Pasdaran ti zaniyariyek li derheq sedema wê teqînê belav nekiriyê lê renge rola Îsraîl di wê teqînê de hebe.

Saziya Xudkefayiya Spahê yek ji navendên berhemanîna mûşekan bi taybet mûşekên Balistîk û alavên wan e.