Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wêneyên terorîst “Qasim Silêmanî” li “Filstîn”ê hatine şewitandin

12:00 - 5 Şibat 2022

Wêneyên pasdarê terorîst “Qasim Silêmanî” ji aliyê xelkê “Filstîn”ê ve di nava xwenîşanderên roja derbasbûyî de hatine şewitandin.

Pêka girte vîdyoyên belav bûyî xelkê “Filstîn”ê li bajarê “Refe” di nava xwenîşandana ku bo piştevanî ji penaberên “Sûriye” hatibû lidarxistin kîn û kerib û bêzariya xwe ji rejîma Îranê û kesayetiyên terorîst wekî pasdarê terorîst “Qadim Silêmanî” û serkirdê Hizbullahê “Hesen Nesrulla” yê terorîst dane nîşandan û wêneyên wan terorîstan şewitandin.

Herwisa hatiye ragihandin ku xelkê “Filstîn”ê terorîst “Qasim Silêmanî” sebekarê sereke yê şer û pevçûn û malwêraniyê û kuş û kuştara xelkê di “Sûriye” û “Filstîn”ê de dizanin, lewma bi wî awayî bi ker û kîn wêneyên wî terorîstî şewitandin.

Her di vê derheqê de, heyamek berî niha di devedeva salvegera kuştina “Silêmanî” di pirraniya bajarên Îranê de jî wêne, benêr û pêkerê “Qasim Silêmanî” hatine şewitandin.

Rejîma Îranê bi hemû awayekî hewla vê yekê dide ku kesayetiya terorîst “Qasim Silêmanî” di nava xelkê de mezin bike û wekî kesek qehreman bide nasandin, lê xelkê Îran û welatên ku girûpên çekdar yên girdayê rejîma Îranê wekî “Hizbulla Lubnan”ê tê de rol hene, bi başî kesayetî û siyasetên rejîma Îranê nasîne û bi hemû awayekî ji wan bêzar in û eva bûye semeda qutbûna destê rejîma Îranê di wan welatên deverê de.