Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wêneyên Xamineyî û Re`îsî dinav wêneyên dîktatorên cîhanê de

17:03 - 25 Gulan 2022

Wêneyên Elî Xamineyî û Îbrahîm Reî`sî, li bajarê Osloya girêdayî welatê Norwêcê, digel wêneyên çend dîktatorên cîhanê li ser erdê hatin raxistin.

Roja 23`ê Gulana 2022`an di dema destpêkirina konferansa Civata  Azadiyê li bajarê Osloya girêdayî welatê Norwêcê de, li pêş deriyê salona birêveçûna konferansê, wêneyên 7 serokên dîktator ên welatên cuda yên cîhanê, bo mîna wekî Pûtîn, Beşar Esed, Kîm Cun On û … hwd, li ser erdê hatibûn raxistin û beşdarên li wê konferansê de, li ser wan de hatinûçûn dikirin.

Di dema lidarxistina konferansê de ku, komek xelkê dijberî rejîma Îranê vir bûn ji birêve berên konferansê re daxwaz kirin da ku wêneya  Elî Xamineyî jî ,di nav wêneyên wan dîktatoran de bibe, jiber ku ew ji gelek ji wan dîktatoran xwînmijtir û dîktatortir e.

Pêştir wêneyên Elî Xamineyî û Îbrahîm Re`îsî bi biryara konferansa Azadiyê li bajarê Osloyê, li ber derî hatibûn raxistin û xelkê beşdar ên di wê konferansê de, bi pêpeskirina wan wêneyên dîktatoran li salonê hatinûçûn dikirin.

 Danîna wêneyên Xamineyî û Reî`sî wekî 2 dîktatorên xwînmij ên Îranê, dinav rêza dîktatorên cîhanê de bû sedema keyfxweşiya beşdarên konferansê.