Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wergirtina pere, xwendekarên Bokanê bê hêvî dike

15:11 - 3 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Berpirsên xwendingehekî amadeyî ya şev û rojane ya Bokanê, xevtingeha wî xwendingehê seba nebûna mûçe ji bo dabînkirina xwarina dersxwanan, daxistine.

Li gor rapora Kurdistanmedia, xwendingeha Îmam a şev û rojane a Bokanê di destpêka avakirinê de 700 xwendekar hebûn, lê niha tenê 170 dersxwan têde mijûlê xwendinêne.

Ragihandina rewşa kirîza xwendingeha şev û rojane ya Bokanê ji aliyê berpirsên rejîm ve di demekê deye ku destpêka sala xwendinê bi qasê 200 hezar Tûmen ji her xwendekarekê wergirtibûn.

Ew xwendingehe ku li Mîrawa Bokanê hikevftiye, tenê xwendingeheke ku dersxwanên gundên derdora Bokanê têde mijûlê xwendinê dibin û niha ew xwendekarane bo çûna bo xwendingehê rojane serbarê rêçûnekî zor, pereyekî zor jî bo hat û çûnên didin.

Berpirsên xwendingehê ragihandine: Hemû ew dersxwanane ku dixwazin sala pêşeroj wate sala xwendinê 93 – 94’a Rojî, navnivîsî bikin, dibe di destpêka demsala Payîzê de, qasê 400 hezar Tûmen radestê beşa malî a xwendingehê bikin û ewa jî narizayetiya xwendekaran û malbata wan dûrde çêbû.