Piştî wernegirtina berhemên werzêriyên Îranê ji aliyê piraniya welatên deverê, vê carê welatê “Tirkemenistan”ê jî rêgirî ji kirîna sêvikên Îranê bo wî welatî kiriye.
Serokê Yekîtiya Barfiroşên Meşhedê “Heyder Sakinburcî” li derheq sedema wernegirtina sêvikên Îranî ji aliyê “Tirkemenostan”ê bi nûçegihaniya “Ticaret News”ê re ragihandiye: “Berhemên werzêrî piştî çinîna wan divê di qerentînê de bimînin, lê ew dermanên ku bo berhemên werzêriyên Îranê têne bikaranîn piştî derbasbûna wê heyamê jî li ser wan berheman dimînin û li ser tendûristiya mirovan dibin bi gef.
Serokê Yekîtiya Barfiroşên “Meşhed”ê tevî îşarekirin bi wan dermanan ku berhemên welatê Çînê ne û kalîteya wan nizim e û werzêer bo berhemên xwe mifah ji wan core dermanan verdigrin got: “Berhemên werzêrî di Îranê de piştî derbaskirina qonaxa qerentînê divê ji îdareya ragirtina giya û Wezareta Tenduristiya welatên ku dixwazin wan berheman bikirin derfetnameyê verbigrin û di dema zivirandina wan berheman ji aliyê welatên din bo Îranê, divê sîstema dadweriyê pêregihîştin bi wê pirsgirêkê bike.
Herwisa “Sakinburcî” gotiye ku em sêvikan bo “Pakistan”ê dişînîn, lê eva di halekê deye ku di meha Sermawezê de “Ozbekistan”ê 3 hezar û 500 tûn sêvikên ku ji Îran û Pakistanê kirûbûn bo Îranê zivirandine.
Ji destdana bazara cîhanî di halekê deye ku di meha derbasbûyî de welatê “Hindistanê” wergirtina berhemên “Kêvî”yên Îranê sekinand û welatê Rûsiyê jî kirîna Bîberên Îranê bo Rûsiyê qedexe kiriye.
Di destpêka meha Sermaweza îsal de 588 darên Xurmayan ên devera başûrê Îranê bi sedema nebûna derfetnameya tenduristyê ji welatê “Qeter”ê, bo Îranê hatine zivirandin.