Werzişvana Kurd a xelka bajarê “Dîwanderê” û qehremana “Tikwando” a nûgihanan li ser astê Îran ê, “Şinya Muradiyan”, xelata xwe a zêrîn ya kêbirkê yê û bi qasî 1 milyon tumen bona kirîna emrazên pizîşkî, pêşkêşî nexweşxaneya bajarê “Dîwanderê” kir.
Ew alîkarî ya “şinya Muradiyan” bi armanca kontirolkirina vîrûsa Korona yê û dabînkirina hewcehiyên pişka Îzole ya nexweşxaneya bajarê “Dîwanderê” hatiye encamdan
Wê keça Kurd gotiye ku, nexweşxaneyên Kurdistanê, di niha de, bona berewanî dihember vîrûsa Korona yê, ti îmkanatên wan nemane û karbidestên rejîmê jî, ti giringiyekê nadne wê pirsgirêkê.