Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Werzişvanekî Kurd di asta cîhanê de serkevtin bidest anî

12:50 - 12 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Werzişvanekî xelkê bajarê Mihabadê, di asta cîhanî de li welatê Qezaqistanê, karî pileya sêhem a karateyê bo xwe misoger bike.

“Bêhzad Xizrî” karatekarê Mihabadî di kêbirkêya cîhanî a 2019`an a Qezaqistanê de, ku 26 welatên cîhanê û 260 werzişvan amade bûn, serkevtin bidest anî.

Navbirî di kêşa 70 kîloyê de karî di kêbirkê de digel werzişvanekî Îngilîsî, Tacîkistanî û Japonî serkevtinê bidest bîne û bigihîje qonaxa pêş dawiyê û karî pileya sêhem a cîhanî bo xwe misoger bike.

Wî werzişvanê Kurd li sala derbasbûyî jî, di kêbirkêya cîhanî a karateyê de karî medal zîv bidest bîne.

“Bêhzad Xizrî” temen 29 salî, xelkê bajarorkê Guwêktepe ya ser bi bajarê Mihabadê ye, û 15 sale di warê werzişî ya karateyê de kar dike û heya niha kariye 2 car qehremaniya cîhanî û 20 medaliyayên qehremanî di Îranê de bidest bîne.

Eve di halekê de ye ku, werzişvanên Îranê bi giştî û werzişvanên Kurd bi taybetî, ji aliyê rejîmê ve girîngî bi wan nahê dan û bi neçarî cih û warên xwe bi cî dihêlin.