Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Werzişvanekî Kurd li Almaniyayê bi alaya Kurdistanê beşdarî li kêbirkêyan de kir

17:31 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2021

Penaberê siyasî û xelkê bajarê Mihabadê yê bi navê “Daniyal Aqayî” di kêbirkêyekê de li welatê Almaniyayê serkevtin bidest anî.

Ew kêbirkêye li bajarê Berlîn ê li Almaniyayê, bi beşdariya çendîn werzişnvanan ji welatên cîhanê bi rê ve çû bû.

Ew werzişvanê Kurd li werzişa “MMA” karî yarîzanê rikeberê xwe ku werzişvanekî xelkê “Lehistan-Polend”ê bû rastî şikestê bike û serkevtinê bi dest xwe ve bîne.

Pêştir Biryar bû ku “Daniyal Aqayî” bi alaya Almaniyayê di wê kêbirkêyê de beşdar bibe lê navbirî gotibû  ku ez dê bi alaya Kurdistanê beşdariyê bikim, lewma alaya Kurdistanê wekî alayeke fermî di wê kibirkêyê de hatiye pesendkirin.

Navbirî xelata xwe pêşkêş bi xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir.

Daniyal Aqayî werzişvanê beşa hunerên şer, li sala 1382an de li bajarê Mihabadê ji dayîk bibû û bi sedema wê yekê ku malbata wî siyasî bûn, bi neçarî bajarê xwe bi cih hiştin û çûne almaniyayê.

Daniyal heyamê 6 salan e ku werzîşa “MMA”yê dike û heta niha çendîn serkevtin bi dest xwe ve anîne.

Navbirî xwedî birvanameya “Niqumvanî ” ye.