Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Werzişvanekî Kurd pileya yekem a helatinê di Îranê de bi dest anî

14:45 - 20 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Sîna Mihmedî wezişvanê Kurd xelkê bajarê Seqizê li kêberka helatinê de du midalên zêr û pileya yekem misoger kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, kêberkên helatinê yên nûciwanan li welatê Îranê di roja 17 û 18’ê Nîsan a 2014’an de birêve çû û paş du rojan dawî hat û têde werzişvanekî nûciwan yê Seqizê karî pileya yekem di asta Îranê de bi dest bîne û du midalên zêr jî misoger bike.

Di vê kêberkê de hemû parêzgehên Îranê pişikdar bûn û Sîna Mihemedî di parêzgeha Sine de karî mewdaya 100 metir ji 11 saniye û 37 sedomê saniyê de bibire û di Îranê de pileya yekem bi dest bîne.

Werzişvanê han yê Kurd di roja duyem de mewdaya 200 metirî bi 22 saniye û 77 sedomê saniye da birî û di vê kêberkê de dîsan pileya qehrimanî a Îranê bo cara duyem misoger kir.