Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Werzişvanekî Kurd xelata xwe pêşkêşî çalakvanên Rojhilata Kurdistanê kir

13:04 - 23 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Werzişvanekî Kurd ê xelkê Rojhilata Kurdistanê, pila yekem a kêbirkê a saziya “ FFC” di Welatê Alman bi dest anî û xelata xwe pêşkêşî çalakvanên Rojhilata Kurdistanê kir.

Roja Şemiyê, 27`ê Rezberê, “ Akam Terexe”, Werzişvanê Kurd ê xelkê Bokanê, di kêbirkê a saziya cîhaniya “ FFC” di bajarê “ Boxom” a Welatê Alman de ku zaf ji Welatên Cîhanê têde pişikdar bûn, pişikdar bû û pila yekem û kemerbenda pehlewaniya “ Kik Boxing” di kêşa 77Kg de bi destwe anî.

Navbirî, xelata serketina xwe pêşkêşî  wan çalakvanên Rojhilata Kurdistanê  kir ku rojek ji rojan bi her avayekê ku karîbin xizmeta tevgera berheqe  gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê bikin.

“ Akam Terexe’’, Werzişvanê binavbangê Rojhilata Kurdistanê, Kurê Şehîd “ Rehman Terxe”, di sala 1372 de li bajarê Bokanê, hatiye dinyayê û di temenê nûciwaniya xwede, çuye Welatê Alman.

Navbirî di çendîn kêbirkêyên Nawnetewî de pişikdaraî kiriye û serkevtinên mezin bi dest xweve anîne.