
Tîma nûgihanên “Çiya” li bajarê Koyê ku tîmeke topa pê ye, di çalakiyekê de rêz ji şehîd “Simko Mehmel” û şehîd “Şaxewan” girtin.
Roja Duşemî 24ê Gulanê li demjimêr 4ê êwarê, tîma nûgihanên “Çiya” li bajarê Koyê, di çalakiyekê de rêz li şehîdên nû ên PDKÎyê girtin.
Ew çalakiya bi hewla yarîzanekî endamê “Yekîtiya Ciwanên Demokrat” ê bi navê “Jîlwan Hacîresûlî” bi rê ve çû.
Di wê çalakiyê de, yarîzanan soza xwe digel rêbaza şehîdên Kurd û Kurdistanê nû kirin.