Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Werzişwanekî Kurd berdewam serkevtinan bi dest tine

12:33 - 19 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Tevî wan arîşe û pirsgirêkan ku ji aliyê rejîma Îranê û Fîdrasiyonên werzişî ve bo werzişwanên Kurd dête pêş, werzişwanên Kurd berdewam di warên curbicur de serkeftinê bi dest tînin.

Werzişwanekî Kurd ê Yarsanî, bi bidestveanîna pileyê di sebka kêş di werzişa wezinberdarî de karî medala zîv bi dest biîne, tilisma 4 deheka bi dest anîna vê medaliyayê ji aliyê Îranê ve bişkîne.

“Hafiz Qeşqayî” wezinberdarê Kurd, li desteya 55 kîlo di qehremaniya cîhanî de, karî midala zîva du zerbî a cîhanî bi dest bîne, di warê wê werzişê de bo xwe misoger kir.

Herwiha “Pûpek Besamî” Keçe werzişwanek ya Kurd ya xelkê parêzgeha Kirmaşanê jî, roja 28`ê Xermananê di girûpa dî desteya 55 kîlo di kêbirkêya qehremanî ya temen mezinan de li welatê Tayîlendê, karî rîkorda Îranê yek kilo zêdetir bike û bi giştî bi şikandina du rîkord, ew kêbirkêyê dawî pê bîne.

“Pûpek Besamî” yekemîn jin wezneberdar ya Îranê tê hesibandin ku di kêbirkêyên cîhanî de beşdarî kir û çend weznên bi kêşên “64, 69, 72” kilo bilind kir.