Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Weşanxane li bajarê Sinê di bin kontrola navendên ewlehiyê de ne

13:17 - 28 Çirriya paşîn 2020

Kombûnek ji aliyê binke û navendên ewlehî yên rejîmê li bajarê Sinê bi rê ve çû ku tev kesên ewlehî beşdarê wê kombûnê bûne.

Ev kombûn di bin navê “Rola Mediyayan li Berfirehkirina Hizra Besîc” de bi rê ve çûbû; Her di wê kombûnê de, Fermandeyê Spaha “Beytulmuqeddes”, pasdar “Sadiq Husêynî” beşdar bibû.

Di wê kombûnê de, 16 kes ji karbidestên rejîmê li rêr navê “Nûçegihan Karên Ragihandin”ê dikin ku kesên girêdayê navendên ewlehî û leşkerî yên rejîmê ne.

Ew 16 kes nûçegihanên besîc in ku piraniya wan girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê ne.

Karên ragihandin li parêzgeha Sinê di bin kontrola kesên ewlehî wê rastiyê dide xuya ku rejîma Îranê bi rêya ragihandinan ve hewl dide ku xelkê zêdetir kontrol bike û zaniyariyan bona berjewendiyên xwe biguhere.

Hevdem rejîm îznê nade ku kesên bi şiyan û hêja, karên ragihandinê bikin û rastiyan bînin ber bas.