
Gorî wan nûçeyên ku ji aliyê Çalakvanên Ereb ve li ser torên civakiye têne belavkirin, mixabin rejîm bi zanabûn û bi mebesta afirandina jinosaydekî mezin li ser Erebên Ehwazê, Koronayê di bajarên parêzgeha Xûzistanê de belav kiriye, ti îmkanatek û alîkariyekî pizîşkî nedaye wê parêzgehê û nehêlaye ti rênimayîyekî xweparastinê bête cîbicîkirin, amade jî nebû bajaran qerentîne bike.
Rejîmê bajarên Erebistana Îranê di nava amara rojane de reş kir û bi hêceta awartebûnê bi hegera hatina vîrûsa koronayê, jiyana xelkê bi sedema destkurtî, betalî, bihatî, û dehan diyardeyên civakî jiyana xelkê parêzgehên Erebnişîn xistiye ber tirsê.
Zêdebarî evê ku rejîm piropagendê dike ku kariye Koronayê kontirol biket, û dixwaze rewşa asayî di bajaran de rabigihîne, pêka raporan, rojane hezaran kes tenê di bajarên Ereban de li başûra Îranê tûşî Koronayê dibin û dehan kes canê xwe ji dest didin.
Rewş li Ehwaz û Abadan û Xuremşehr û Mahşehrê hinde xirab e ku heta desthilatdarên rejîmê di wan deran de hatine ziman.
Fermandarê Abadanê ragihand, ku ew li ser berpirsayetiya xwe her derê bajar dadixe û Abadanê dixe nava Qerentînê de.
Parêzgarê rejîmê di Xûzistanê de ragihand, bi hegera hebûn û berfirehtirbûna Koronayê di vê parêzgehê de cihên giştî bi tewawî hatine daxistin.
Rewşa 9 bajaran gelek xirab e, wekî Howêyze, Bawiy, Hemîdiye, Hindîcan, Dizfûl, Şûşter, Karûn û Mescid Silêman.
Herwisa bi tûşbûna hepsiyan di girtîgehên wê Parêzgehê de, canê hezaran girtiyan di bin metirsiyê de ye.