Wezîrê Derve yê Îraqê “Fuad Husên” îdiayên rejîma Îranê yên li derheq hebûna endamên Saziya “Mûsad”a ser bi Îsraîlê li Hewlêrê red kiriye û bi tekezî ragihandiye ku divê rejîma Îran ji dubarekirina wan êrîşan xwe biparêze.
Wezîrê Derve yê Îraqê “Fuad Hisên” li derheq îdiayên rejîma Îranê gotiye: “Îraqê ti belgeyek li derheq mifahvergirtina Saziya Mûsadê ji vê cihê ku rejîma Îranê bombebaran kiriye tinîne, eger Îranê zaniyariyek li derheq hebûna endamên Saziya Mûsadê hebûye, diviya pêştir digel Îraqê behs bikira”.
Roja Çarşemî 8`ê Hezîranê li ser rêya “Pîrmam-Hewlêr”ê dronek bombrêjkirî hate teqandin.
Lê rejîma Îranê her zû îdia kir ku maşînek Îsraîlê kiriye bi armanc û berbirsek payebilind ê Îsraîlê jî kuştiye; Lê “Hêza Dije Teror a Herêma Kurdistanê” ragihandibû ku çend maşîn li cihê bûyerê rastî xisarê hatine û 3 kesên sivîl yên rûniştiyên taxa Pîrmamê bi sivikatî birîndar bûne.”
Heyamek berî niha jî, rejîma Îranê avahiya welatiyekî Kurd yê Herêma Kurdistanê yê bi navê “Baz Kerîm Berzencî” ku birêveberê kompaniyeke neftî ye, kiribû armanca mûşekan û îdia kiribû ku ev der binkeya endamên Saziya Mûsada Îsraîlê ye.