Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Dad a Amerîka daxwaza zewtkirina 4 gemiyên nefthilgir yên Îranê kir

12:40 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2020

Wezareta “Dad” a Amerîka daxwaza zewtkirina 4 gemiyên tehrîmkirî yên rejîma Îarnê kir.

Roja Pêncşemî, 2ê Tîrmeha 2020 an, Wezareta Dad a Amerîka daxwazkiriye ku wan 4 gemiyên nefthilgir yên rejîma Îranê ku, di 22ê Hezîran a sala 2020an de ji aliyê “Wezareta Xezînedarî”ya Amerîkayê ve hatibûne tehrîm kirinê, zewt bikin.

Di daxuyaniya “Wezareta Dad” a Amerîkayê de, navê “Elî danayî Kinar Serî, Muhsin Goher Dêhî, Elîriza Rehnewerd, Riza Wezîrî û Hemîdriza Yehyazade” wekî Gemîwan yên wan neftkêşan li listê tehrîma Amrîkayê, zêde kirin.

Malpera kompaniya “Tankêr Trakirz”, (TankerTrackers) ku lipey zaniyariyên hatûçûya gemiyan di cîhanê deye, baskiribû ku gemiyên “Forçin, Pêtoniya, Farist, Fekson û Kilawiyêl” di mehên “Adar û Nîsan”ê de ji Îranê ber bi Vênêzoêlyê ve çûne û wan gemiyan bi qasî 220 heya 240 milyon lîtir benzîn, bo Vênêzoêlayê birine.

Wezareta Dad a Amerîka dixwaze ku 4 gemî ji wan 5 gemiyên nefthilgir yên rejîma Îranê zewt bike ku rejîma Îranê bona weguhastina benzîn, neft û madên petrokîmiyayê bikar dibirin.