Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta derve a Amerîka bersiva Elî Xamineyî da

12:38 - 3 Îlon 2020

Wezareta kar û barê derve a Amerîka di henber gotinêt Elî Xamineyî de li derheq asayî kirina peywendiya Imaratê û Îsraîlê, hate cihab.

Piştî ewê ku welatê Îsraîl û Imarata Erebî, li ser destê Amerîka bi armanca asayî kirina peywendiyên xwe rêkevtinameyek îmze kirin, rejîma Îranê dest bi cî dijkiryara xwe da xuya kirin û heçî kîjan ji deshilatdarên rejîmê bi tundî ew lihevkirin îdane kirin û hinek ji Fermandên leşkerî gef kirin.

Di dawiyê de Elî Xamineyî rêber rejîmê nekarî xwe bigre û ew jî hate ziman û dijayetiya xwe di gel asayî kirin peywendiya di navbera Îsraîl û Imaratê de da kivşê û ew li hevkirin bi tiştekî heram û îxaneta Ereban bi dijî Îslamê da zanin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Maik Pompêo di bersiva Elî Xamineyî de ragihand: Hekî tu bi du kesekê de digerî ku îxanetê bi Îslamê dikin, ewa vê Çîn “Ewîxuran” ji nav bibe û bi awayekî hovane wan tepeser dike, em benda banghêj û helwesta giştiya te ne, bona dijayetiya hizba Komonîsta Çînê ku çawan dirindane bislmanan ji nav dibe.