Wezareta Derve a Amerîka ragihandiye ku rejîma Îranê, rejîmekî terorîstî wekî DAÎŞ ê ye û di heyamê 40 salaên derbasbûyî de, zêdetir ji 40 welatan de dest di tevdanî û êrîşên terorîstî de hebûye.
Roja Çarşemî, 26ê Tebaxê, Wezareta Derve a Amerîka, li ser rûpela xwe a “Twîtter”ê nîvîsandiye: “Rejîma Îranê wekî DAÎŞ ê, hikûmetekî terorîstî ye, rejîm bi rêya Spah û torên rêkxistî ji hêzên terorîstî yên girêdayî bi xwe ve, dest bi teror, revandina mirovan û îdama xelkê asayî yên Îranê kiriye”.
Herwisa di wê nivîsa Wezareta derve a Amerîkayê de hatiye: “Ew rejîm di heyamê 40 salan de, zêdetir ji 40 welatan de, dest di fitne û kiryarên terorîstî de hebûye, ew rejîma “hir bûyî”, bona cîbecîkirina karên xwe yên qirêj, bi rêya dîplomat û balyozxaneyên xwe wekî serpoş bo armancên xwe bikar tine û ti girîngiyek nade çarçove û yasayên nawnetewî”.
Rejîma Îranê bi rêya wan dîplomat-terorîstên xwe zincireyekî berdewam ji teroran bi dijî rêbern tevgera Kurd encam dane ku terorkirina şehîd “Dr. Qasimlo” û şehîd “Dr. Şerefkendî”, ji kiryarên wê rejîmê ne.