Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta derve ya Amerîka: Pitir ji hezar kes di xwenîşandanên Îranê de hatine kuştin

11:46 - 7 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Wezareta derve ya Amerîkayê ragihand ku, texmîn tête lêdan ku, di xwenîşandanên Îranê de pitir ji hezar kes hatibine kuştin.

Brayan Hok, nûnerê taybet yê Wezareta derve ya Amerîkayê di karûbarê Îranê de ragihand ku, egera hindê heye hêzên rejîma Îranê pitir ji hezar kes ji xwenîşanderan kuştibin.

Dinald Tiramp Serkomarê Amerîkayê jî got: Rejîma Îranê ku di demeke gelek kêm de Sedan kes ji xwenîşanderan kuştine, ew yeke dikare bo hemû cîhanê bibe cihê tirs û nîgeraniyê.

Herwisa navbirî zêde kir ku, rejîma Îranê neraziyan dikuje, înternetê qut dike, xelkê Îranê nikarin rastiya bûyeran bigehînine cîhanê, rewş di Îranê de gelek hovaneye, rejîm berdewame li ser kuştina xelkê, lê bêguman di demên gelek nêzîk de, dê rejîm li ber çavê hemû cîhanê rezîl û riswa be.

Serkomarê Amerîkayê herwisa daxwaz ji hemû dezgehên mediyayan kir ku, hindî dikarin cinayetên rejîma Îranê bas bikin, di demeke nêzîk de dê şermizariyeke mezin bibe nesîbê rejîma Îslamî ya Îranê.