Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê “Ned Price” ragihandiye: “Em piştevanî ji mafê xelkê Îranê û xwenîşandanên wan dikin”.
“Ned Price” tekezî kiriye ku xelkê Îranê wekî hemû xelkê cîhanê, dibe bê hebûna ti tirs û tundûtîjiyek li ser wan, xwenîşandanên xwe bi rê ve bibin.
Di rêkefta 24ê Pûşperê de, xelkê parêzgeha Xûzistanê bi armanca nîşandana nerizayetiya xwe li derheq nebûna birêveberiyeke baş û qutbûna bi dom a avê hatine ser şeqaman û xwenîşandan bi rê ve birin.
Heta niha jî xelk li ser şeqaman in û xwenîşandan berdewam in.
Di wan xwenîşandanên xelkê Ereb ên di bin desthilata rejîma Îslamiya Îranê de ku piraniya wan zarok bûn û daxwaza ava vexwarinê dikirin, ne bi tenê bi hawara wan ve neçûn belku hêzên leşkerî bi gulleyan bersiva wan dane.
Berê Parêzgarê El-Ehwazê “Xulamriza Şerî`etî” li derheq ava paqîj li parêzgeha Xûzistanê gotibû: “Di ti ciheke parêzgeha Xûzistanê de ava vexwarinê û ava paqij tinîne û îşare bi 730 gundan di Xûzistanê de kiribû ku ji ava vexwarinê bêpar in”.