Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Derve ya Îraqê balyozê rejîma Îranê banghêj kir

18:28 - 18 Hezîran 2020

Roja Pêncşemî, 18`ê Hezîranê, Wezareta Derve ya Îraqê, balyozê rejîma Îranê bi hegera bombebarankirina deverên “Hacî Umeran û Alanê”, banghêjî kir.

Wezareta Derve ya Îraqê, nivîseke nerizayetiyê daye Balyozê rejîma Îranê “Îrec Mescidî” di bajarê Bexdayê de û hişdarî daye ku Îranê ji topbaran, bombebaran û zirarlêdan bi xelkê deverê agehdar bike.

Hevdem, Wezareta Derve ya Îraqê, tevî şermezarkirina êrîşên Îranê, hişdarî daye rejîma Îranê ku, serweriya axa Îraqê biparêze û êrîşên xwe rawestîne.

Piştî wê yekê ku Spaha Pasdaran a terorîst bo heyamê 2 rojan, bi top û katyûşayan, bilindahiyên di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûyrê Kurdistanê bombebaran kir, Wezareta Derve ya Îraqê, balyozê rejîma Îranê banghêj kir.