Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Îtila`ata rejîmê di karên nepêwendîdar de destêwerdanê dike

12:55 - 25 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Wezareta  Karê navxweyî yê rejîma Îranê, bo destnîşankirina şaredarên pênc bajarên mezin yên Îranê, li benda bersiva wezareta Îtila`atê ye.

Çarenivîsa şaredariyên pênc bajarên mezin yên Îranê, bi sebeba bersivnedana Wezareta Îtila`atê, nediyar e.

Destnîşankirina şaredariyan ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî yê rejîmê, bo bajarên wekî Tehran, Meşhed, Yezd û Reştê, ji ber biryar û bersiva fermî ya Wezareta Îtila`atê hatiye sekinandin.

Selman Samanî, berdevkê  Wezareta Karê Navxweyî yê Rejîma Îranê, roja Şemiyê, 3`ê Sermawezê (25`ê Çiriya Paşîn), bas ji vê kir ku, ev wezareta heya daxuyaniya fermî ya Wezareta Îtila`atê nebe, destûra destnîşankirina şaredarên hatinî berbijêkirin yên ji aliyê şêvra van bajaran ve, nikare pesend bike.

Paşketina destnîşankirina şaredarên wan pênc bajarên  mezin, nerazîbûna hin kesan  li pey xwe hebûye, û berdevkê Wezareta Karê Navxweyî yê rejîmê jî, di vê derbarê de daxwaz ji van kesane kiriye ku, pêbend bi yasayên rejîmê bin, û di vê derheqê de aloziyan çê nekin.

Wezareta Îtila`atê ku pêka yasayên rejîmê bixwe, dibe wezîfeya parastin û dabînkirina ewlehiya welat  bigire stûyê xwe, lê bi sebeba vê ku ev rejîma, rejîmeke leşkerî û serkutkar e, destê vê wezaretxaneyê di hemû warî de vekirî hêlaye, û di hemû karên girêdayî û negirêdayî de destêwerdanê dike.