Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê piştevanî ji gireva mamostayan dike

17:43 - 6 Adar 2019

Kurdistanmedia: Wezareta Karê Derve a Amerîkayê li ser rûpela “Twitter”a xwe, piştevanîkirina xwe ji gireva mamostayên Îranê  ragehand.

Wezareta Karê Derve a Amerîkayê, li ser rûpela “Twitter” a xwe ya bi zimanê Farsî wiha nivîsîbû: Cîhan dengê mamostayên Îranê dibihîse, lê berpirsên rejîma Îranê, heya niha jî piştevanîkirina girûpên terorîstî yên wekî, Beşar Esed, Hizbulla Lubnan, Hemas a Felestîn û Husiyên Yemenê, baştir dizane, li çav rewşa xirab ya hevwelatiyên xwe, û her sal bi milyonan Dolar  xercê wan girûpan dike, û dikarin wê xercê bo aramiya xelkên xwe bikar bîne.

Roja Yekşemî 12`ê Reşemeha 1397`an(2`ê Adar)`ê, piştî belavbûna daxuyaniya Şêvra Hevahengî a navendên sênfî yên mamostayan bo gireva seranserî ya, mamostayên Îran û Kurdistan, li bajarên coda, bi awayekî berfirehtir ji demên berê, dest avêtine bi girevê, û  ew gireva heya 3`ê rojan berdewamkir, û daxwaza bidestveanîna daxwazkariyên xwe kirin.

bangeşeya Şêvra Hevahengî ya navendên sênfî yên mamostayên Îranê, ku di nerazîbûnên Rezber û Xezelwerê de, gireva seranserî lidarixistibûn, û di encamê de jî, çendîn mamosta, ku tenê daxwaza mafê rewa yên xwe kiribûn, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine desteserkirin.