Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Karûbarê Hundirî ya Herêma Kurdistanê: Di nifûsa Herêma Kurdistanê de ji 6 kesan yek penaber e

16:37 - 26 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Di encama êrîşên DAÎŞ’ê, hejmara penaberan di Herêma Kurdistanê de gihîşte pitir ji yek milyon kes.

Wezareta Karûbarê Navxweyî ya Herêma Kurdistanê îlan kir, piştî êrîşên rêxistina terorê ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê naskirî bi (DAÎŞ) hejmara penaberên Herêma Kurdistanê gihîşte pitir ji yek miloyn kes.

Herwiha di daxuyaniye xwe de diyar kir, nifûsa Herêma Kurdistanê 5 milyon û 200 hezar kes e ku piştî êrîşên DAÎŞ’ê bo ser Mûsilê hejmara penaberan gihîşte pitir ji milyonekê ku di nifûsa Kurdistanê de, ji 6 kesan yek penaber e.

Beriya ewê ku DAÎŞ êrîş bikete ser Mûsilê herjmara penaberan di Herêma Kurdistanê de 775 hezar kes bû û ku ji Sûriyê 226 hezar, Îran 30 hezar, Tirkiyê 12 hezar kes û ji herêmên Sûnî yên Îraqê jî ku weke penahende hatine Herêma Kurdistanê, hejmara penaberan gihîştibû vê qasê û lê piştî vê bûyerê ku rêxistina terorê ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê naskirî bi (DAÎŞ) êrîş kire ser Mûsilê, 300 hezar kes hetine Herêma Kurdistanê ku niha pitir ji yek molyon kes di vê Herêmê de penaber in.
Piraniya wan penaberane di parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê de akincî ne.

Di vê pêwendiyê de berdevkê Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY), di civîna çapemeniyê ya Cenewreyê ya NYê de ragihandiye ku li Iraqê di serê salê de 500 hezar kes ji Enbarê, 500 hezar kes jî piştî ku milîtanên DAÎŞ’ê Mûsilê bi dest xistin koç kirin.