Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta navxwe a Herêma kurdistanê çavaniya êrîşa şeva derbasbûyî bo ser Hewlêrê aşkera kir

13:02 - 15 Nîsan 2021

Şewa Çewarşemî li ser Pêncşemî, Firokerxana navdewletî a Hewlêrê kevte ber êrîş, her di vê derheqê de ev êrîş demûdest bû mijara nûçegihaniyan, Wezareta navxwe a hikûmeta herêma Kurdistanê di daxûyaniyekê de çavaniya vê êrîşê aşker kir.

Di daxûyaniya wezareta hundir a hikûmeta herêma Kurdistanê de hatiye: Di êrîşa bo ser Firokexana Hewlêrê de, di encama lêkolînan de xuya bû ku madeya teqîna TNT ji aliyê Firokeya bê pîlot ve hatiye havêtin.

Hêzên dijî teror ragihandine Firokexane bûye armanca Mûşekekê,  hevdem Umîd Xoşnav parêzgarê Hewlêrê ragihand di wê êrîşê de tu xisarekî ji Firokexana Hewlêrê nekevtiye.

Hin jêder basê hindê kirine ku ev êrîş ji aliyê firokên bê firokevan ve hatiye encamdanê û armanca serekeye wê êrîşê jî, binkeya hêzên Amerîka li nêzî Firokexanê bûye.

Konsulxana Amerîka kevte rewşa awirte û zenga haydariyê lêda.

Huşyar Zêbarî wezîrê berê yê derveyî Îraqê ragihand ku armanca sereke a wan cure êrîşane, têkdana ewlehî û aramiya herêma Kurdistanê ye û hemen aliyê ku 2 mehan berî niha êrîşa Mûşekî kiribû ser Hewlêrê, dîsan heme dest û jêder û aliyê ku ev êrîşa îşew kiriye.

Heya niha tu basê xisara canî bi sedema wê êrîşê nehatiye ragihandin.