Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Perwerde û Hînkariya rejîmê li parêzgeha Urmiyê digel kêmiya hêza mirovî rûbirû ye

19:03 - 29 Gulan 2022

Rêveberê giştî yê îdareya Perwerde û Hînkariya rejîmê li parêzgeha “Urmiyê” gotiye: Îdareya Perwerde û Hînkariyê li parêzgeha Urmiyê hewcehî bi 8 hezar hêza mirovî heye.”

Herwisa navbirî gotiye, li 40 hezar kesên ku di îdareya Perwerde û Hîkariya wê parêzgehê de mejûl in, tenê 38 hezar kes wekî mamoste û wanebêjan kar dikin, tevî wergirtina hemû hêza xelkê li destpêka sala xwandinê, hêj 5 hezar kes kêmin û eva wekî pirsgirêkek sereke li asta parêzgehê de tê hesabkirin.

Di vê gavê de, 40 hezar û 103 kes li beşa perwerde û hînkariya parêgehê de mejûl in, tevî vê yekê jî wê wezaretê hewcehî bi 8 heza û 623ê kesên din heye .

Li parêzgeha Urmiyê de 686 hezar û 825 derisxwan li çarçoveya 27 hezar polan de, li 6012 dibistanan de û 1246 xwandingehan de mijûlî xwandinê ne.