Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê: “Rewş asayî nîne”

12:49 - 6 Gulan 2020

Vîrûsa Korona di Îranê de her berdewam e û rojane qurbaniyan distîne û zêdebarê wê ku rejîm di cehda çewtekariyan de ye da ku wisa bide xuyakirin ku kariye rewşê kontrol bike û amaran kêm belav dike û rastiyan diveşêre. Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê rastî eşkere kir û ragihand, ku ne tenê rewş asayî nebûye, belkî gelek xirabtir e û hegera hindê heye ku pêlekî berfirehtir ya Koronayê bilez belav bibe.

Her di vê derheqê de Kîyanûş Cihanpûr, Berdevkê Wezareta Tendirust a rejîmê, hişdarî da û got, rewş hinde xirab e ku hekî biryar di destê Wezaret Tendirustiyê de ba, me dê heta salekê qerentîne û qedexeya hatinûçûyînê ragihandiba.

Di demekê de ku Wezareta Tendirustî ya rejîmê, wiha îtirafê bi rewşa xirab ya welat dike, ku rejîm dixwaze rewşê asayî rabigihîne û deriyê cihên giştî yên wekî mizgevt û huseyniye û dibistanan û bazaran weke.

Gorî amara xudê Wezareta Tendirustî ya rejîmê, niha jî rojane hezaran kes tûşê Koronayê dibin. Gorî amarên nefermî dehan hezar kes di Îranê de bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane û sedan hezar kes tûş bûne. Rejîm bi berdewamî rastiyan diveşêr û bona berjwendiya xwe û siyaseta çepel a xwe mifahê ji rewşa xirab ya ku bi serê xelkê de hatiye werdigre.