Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê dorpêçên nû li ser aboriya Îranê danîn

11:55 - 24 Kanûna Paşîn 2020

Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, di daxyaniya xwe ya nû de, çend kes û kompaniyên Îranê û welatê Çînê xiste di nav rêzbendên dorpêçên xwe ên aborî.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Pêncşemî, 3`ê Rêbendan, Wezîrê Xezînedarî yê Amerîkayê, “Istîvên Minoşîn”, baskiriye ku di dom û cehda bandorxistina zêdetir li ser Îranê, hinek kes û kompanyên dinê jî, xistine di nav rêzbenda dorpêçên nû yên Amerîkayê.

Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, navên wan kesan û kompaniyan wiha ragihandiye: “Elî Bayenderiyan, Jîkîng Weng, Kompaniya Bêntako DMCC, Kompaniya Ciya Şiyang, Kompaniya Pîkoyo, Kompaniya Sêk Enerjî, Kompaniya Petrokîmiya Şandong Kiya Wangoa, Kompaniya Pertokîmiya Trîlînis”.

Herwisa Istîvin Minûşîn, baskiriye ku para neft û Petrokîmiyayê, yeyek ji çavkaniyên bingehîn yên dabînkirina aborî ya çalakiyên terorîstî yên rejîma Îranê ne.

Pêka amarên Gumrikî, di sala derbasbûyî de, rejîma Îranê, bi qasî 14 milyard dolaran, ji şandina berhemên Petrokimayayê ve dahat bidestveaniye ku, bi qasî 1 li ser 3 a dahata giştî a şandina berhemên xeyrî neftê bûye.

Rejîma Îranê, bo derbasbûn ji givaşên dorpêçan, rû li berhemên pertokimiyayê kiriye û herwisa, Sitada Hevpar a hêzên leşkerî ya rejîma Îranê, ji Wezîrê Nefta Îranê, daxwaz kiribû ku 10 palavtingehên Petrokîmiyayê, avabikin.