Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîfedarên şaredariyê derheq paqijiya bajarê Urmiyê de xemsariyan dikin

11:19 - 2 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Wezîfrdarên Şaredariyên rejîmê, kirs û paşmayiyên di nav bajarên Kurdistanê de kom nakin,  lewra jîngeha bajarên Kurdistanê pîs û pirr ji kirs û kewal tê dimîne.

Li gorî raporta ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, şaredariya bajarê Urmiyê kirs û kewal û paşmayiyên li nav seyrangeha “Bend” a ser bi bajarê Urmiyê kom nekiriye, û rewşa vê deverê ji ber tijîbûna kirs û kewal, û paşmayiya xwarin û vexwraina xelkê,  gellek pîs xuya ye. Wezîfedarên şaredariya bajarê Urmiyê jî derheq vê diyardeyê de xemsar in, û guh nadin jîngeh û xwezaya vê seyrangehê, ku cihê geşt û seyrana hevwelatiyên Kurd ên vê deverê ye.

Berpirsên şaredariyên rejîma Îranê derheq jîngeh û xwezaya, bajarên Kurdistanê de, xemsariyan dikin û guh nadin paqijî û ciwankariya deverên ku Kurd lê akincî ne.

  Her di vê pêwendiyê de, çend rojan berî niha, di bajarê Merîwanê de jî, wezîfedarên şaredariya wî bajarî kirs û paşmayiyên nav bajar de kom nekiribûn û jîngeha bajar bi tewaw pîs bibû, lewra xelkê Merîwanê jî, hemû kirs û kewal û paşmayiyên xwe, li ber deriyê avahiya şaredariyê kom kirin, û agir berdanê.

Seyrangeha “Bend” cihê bêhnvedan û geriyanê ye, û hevwelatiyên Kurd yên vê deverê, di dema şevê û hem jî rojên betal de, ji bo geştûguzarê serdana vî cihî dikin.