
Kurdistanmedia:Bi sedema Xemsariyên berprisên îdareya şaredariya bajarê Urmiyê, xelkê wî bajarî nerazîbûna nîşan dan.
Wezîfedarên şaredariya bajarê Urmiyî, guhnadin bi paqjiya bajêr, bitaybet cihên ku hevwelatiyên Kurd jê akincîne û her di vê pêwendiye de jî, wezîfedarên bajaroka Vîla Şehr a girêdayî bajarê Urmiyê, kirs û paşmavên nav kolanan kom nekirine û ev jî bûye sedem ku di vê deverê de bêhneke tund bilidbibe û tendrûstiya xelkê vê deverê xistiye meritsiyê de.
Xelkê bajaroka Vîlaşehr a girêdiyî bajarê Urmiyê, bi sedema komnekirina kirs û paşmavên malan, ku ji aliyê îdareya şaredariyê ve nehatiya komkirin, bi belavkirina wêneyên paşmavan di torên civakî de, nerazîbûna xwe nîşan dane.
komnekirina kirs û paşmavên malan di nav bajar de, bûye sedema bilindbûna bêhnek xirab li van deveran de, ji ber paqij nebûna kolan û şeqamên bajêr, tendrûstiya hevwelatiyên vê deverê jî, rastî metirsiyan bûye.
Eva yekem car nine ku, îdareyên rejîmê, derheq pêragihîştin û paqijiya bajarên Kurdistanê, xemsariyan dikin, û di heyama çend mehên borî de, xelkê bajarê Merîwanê jî, bi sedema komnekirina kirs û paşmavên malan, ji aliyê şaredariyê, hevwelatiyên wî bajarî paşmavên malên xwe li ber deriyê avahiya şaredariya bajêr komkirin agir berdanê, û her di vê pêwediyê de jî, hevwelatiyên bajarê Mehabadê jî bi sedema komnekirina paşmavên malan, ji aliyê wezîfedarên îdareya şaredariyî, nerazîbûna nîşan dabûn.