
Wezîrê Berevaniya rejîma Îranê ragihandiye ku, piştî nemana dorpêçên cebirxane ya Rêkxirava Netevên Yekgirtî, li ser Îranê, dê çekan bo hemû cihan bihinêrin.
Wezîrê Berevaniya rejîma Îranê, “Emîr Hatemî”, ku bona gotebêj digel rêberên welatê Rûsiyê derheq hevkariya leşkerî, serdana wî welatî kiriye, ragihand: “Hevkarî ji aliyê Leşkerî de, yek ji qonaxên hevkariyane di navbera Îran û Rûsiyê de.
“Hatemî” îşare bi wê yekê kiriye ku, kirîna çek û cebirxanê, yek ji xalên lihevhatina di navbera wan 2 welatan deye û bernameya navikî ya Îranê bona dijayetî digel “Amerîka û Îsraîl”ê ye.
Herwisa wî Wezîrê rejîma Îranê di gotinên xwede ragihandiye: “Piştî nemana dorpêçên cebirxane ya Şêvra Tenahî yê, li ser Îranê, dê pişkek ji cebilxaneya xwe bo derveyî welat hinarde bikin”.
“Emîr Hatemî” di cihek li gotinên xwede ragihandiye: “Îran bi hevşêwaya Amerîka erîşa tirsinokane li ser balafirên misafirhilgir nake”!
Ewa di demekê deye ku roja 18ê Befranbar a sala 1398an de, balafira “Boeing 737” a hêla esmanî ya “Ukrayn”ê, ji aliyê pedafenda esmanî ya Spaha terorîste Pasdaran ve, kirine armanc û xistine xwarê û di encam de 176 misafirên wê balafirê, canê xwe ji dest dan..
Rejîma Îranê, di destpêkê de, înkara wê bûyerê kiribû lê, piştre îtiraf kir ku Spaha Pasdaran, ew balafir kirine armanca mûşekên xwe.