Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê derve yê Amerîka: Xamineyî û Zerîf xwesta Hitler derheq qirkinê dubare dikin

13:31 - 23 Gulan 2020

Wezîrê Derve yê Amerîka, “Mike Pompeo”, baskiriye ku Xamineyî û Zerîf, xwesta “Hitler”, derheq “qirkin”ê dubare dikin.

Roja Înê, 22`ê Gulanê, Wezêre Derve yê Amerîka, “Mike Pompeo” li ser rûpela xwe a “Twitter”ê nivîsî ku, “Mihemed Cewad Zerîf” û “Elî Xamineyî”, derheq “qirkirn”ê de xwesta “Hîtler” dubare dikin, ev bavera rejîma Îranê ye, ku bikare parek ji civaka cîhaniye, ji naw bibe.

Herwisa li ser wê mijarê, hikûmeta Îsraîlê jî gotiye: “Em careke din dubare dikin, her aliyek gefa ji naw birina Îsra`îlê bixwe, xwe yê rastî wê gefê bibe.

Rêberê Olî yê rejîma Îranê, “Elî Xamineyî”, derheq Îsra`îlê de gotibû ku: “Îsra`îl wekî Koronaye û em dibe hember wê rastiya metirsîdar û ziyankar rawestin û şerê wê bikin.

Ew gotinên berpirsên rejîma Îranê wekî “qirkirina cihûyan”e ku ji aliyê Hîtler ve hate kirinê û bi navê “Holokast” anku qir kirina rêkxistinkirî, hatiye binavkirinê.

Herwisa Berpirsê Siyaseta Derve a yêkitiya Ewrûpayê, “Cozêp Borêl”derheq  gotina “Elî Xamineyî” bertek nîşan da û bi dijwrtirîn awayî şerxwaziya Xamineyî bi dijî Îsra`îlê şermezar kir û piştewaniya Yekitiya Ewrûpayê ji Îsra`ilê ragihand.

Elî Xamineyî ji tirsê bertekên nawnetewî û piştvaniya wan ji Îsra`îl, Twîta xwe li ser rûperê Twîtêra xwe reş kir.